Xebata ji bo sînemaya servekirî

Sînemaya kevin wê piştî restorasyoneke baş dîsa bikeve xizmetê

Xebata ji bo sînemaya servekirî

Li Mêrdînê, şaredariya bajarê mezin û walîtiyê ji bo sînemaya servekirî ya kevin projeyek amade kir. Dûv re jî bi lez û bez xebatên restorasyonê dest pê kirin. Sînemaya servekirî wê heta mehekê bikeve xizmeta gel.

Sînemaya servekirî ya li hafa Geliyê Mezra Botan demeke dirêj nehat bikaranîn.

Ji ber vê jî him xera bû, him jî êdî bala welatiyan nedikişand.

Şaredariya Bajarê Mezin û Walîtiya Merdînê ji bo sînemaya servekirî projeyeke nû amade kir.

Li gorî projeyê niha her derê sînemayê bi hesasî tê restorekirin.

Waliyê Mêrdînê Mahmut Demirtaş çû cihê xebatan û li nava sînemayê geriya.

Sînemaya servekirî wê heta mehekê bikeve xizmeta welatiyan.

Waliyê Mardinê Mahmut Demirtaş: "Xwedê hez bike em ê xebatên xwe heta mehekê xelas bikin. Em ê sînemaya servekirî careke din bixin xizmeta gelê xwe. Bila ji niha ve serxêrê be"

Mêrdînî jî dixwazin ku sînemaya wan a restorekirî zû vebe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE