Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku li Nexweşxaneya Bajêr ya Enqereyê xebata klînîkê ya doza 3yemîn ya Turkovac-Coronovacê dest pê kiriye.
Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Xebata klînîkê ya doza 3yemîn ya Turkovac-Coronovacê li Nexweşxaneya Bajêr ya Enqereyê dest pê kir. Xebat li ser dildarên 18-59 salî tê kirin ku 2 dozên aşiya Sînovacê bûne û piştî 90 rojan jî aşî dibin."
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir kesên dildar dikarin li nimroya 0312 552 60 19ê bigerin û serlêdana xwe bikin.
AA