Li Iğdırê rezerva ku 2 sal berê ji aliyê 3 hevalan ve hat dîtin, îro bi awayekî rêk û pêk xwê derdixe. li rezervê nêzî 5 milyon ton xwê heye ku ew ji bo aboriya herêmê gelek baş e.
Li navçeya Qulpê ya Iğdırê gelek rezervên xwêyê hene.
Rezerva herî dawî jî beriya 2 salan hat dîtin.
Rezerva ku 3 hevalan kifş kir nêzî 50 milyon tonî xwê dihewîne.
Xebata li rezervê bênavber dewam dike.
Li tesîsê wê salê 100 hezar ton xwê bê derxistin.
Xwêya ku ji wê derê tê derxistin bi taybetî ji bo reşandina li ser riyên qerisî tê bikaranîn.
Xwêya ku li navçeyê tê derxistin ji bo aboriya herêmê jî zehf baş e.