Li Tetwana navçeya Bidlîsê li herêma ku firokeya eskerî ya duh lê ketibû xarê xebatên lêkolînê dewam dikin.
Gelek xebatkarên eskerî û ekîbên AFADê serê sibehê zû hatin cihê gundewara gundê Çekmeceya ku firokeya eskerî lê ketibû xarê.
Hêzên ewlehiyê li der û dorê gund tewdîrên ewlehiyê hildan û ji bilî ekîbên lêkolînê nehiştin ku kes biçe cihê enqaza firokeyê lê ye.
Hat gotin ku piştî lêkolînên ekîban wê enqaza firokeyê ji cihê bûyerê rakin.AA