Xebata paqijkirina gola Hazarê

Endamên Meclisa Ciwanan çopên li peravên golê berhev kirin

Xebata paqijkirina gola Hazarê

Li Elazığê, meclisa ciwanan a şaredariyê ji bo paqijkirina gola hazarê û derdora wê xebateke paqijkirinê da destpêkirin. Nêzî 20 endamên meclisê li dora golê çop berhev kirin. Her wiha tîmemeke noqavê ya midûriyeta afad’ê jî tevlî xebatê bû.

Ciwan li qeraxa avê çopan berhev dikin, noqav ji binê avê çopan derdixin.

Ev der peraveke Gola Hazarê ya li Elazığê ye.

Meclisa Ciwanan a Şaredariyê ji bo paqijkirina derdora Gola Hazarê xebatek da destpêkirin.

Nêzî 20 ciwan bi dilê xwe tevlî xebata paqijkirinê bûn.

Di çarçoveya xebatê de endamên Meclisê çûn ber golê û çopên li deverê berhev kirin.

Endama Meclisê Merve Akyelê got,”Em dixwazin xweşikiyên xwezaya xwe biparêzin.”

“Em dixwazin xweşikiyên xwezaya xwe ji nifşên bê re bihêlin. Sedema xebata me ev e. Em xebata xwe ya paqijkirinê bi dilê xwe dikin. Ji niha û pê ve jî em ê xebatên xwe bidomînin.”

Endamê Meclisê Anil Beyzat Vural jî got, “Îro li hemû dinyayê pirsgirêka gemarbûna xwezayê heye.Divê em xwedî li siberoja xwe derkevin. Loma jî divê em hawirdor, xweza û avên xwe bihefeze bikin.”

Her wiha tîmeke noqavê ya AFADê jî tevlî xebatê bû û ji binê Gola Hazarê çop derxistin peravê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE