Xebatên şaredariyên herêmê

Şaredariya Çukurcayê li Zozana Bardakliyê tesîsa seyranê vekir

Xebatên şaredariyên herêmê

Bi saya operasyonên li dijî terorê, çiya û zozanên herêmê her ku diçe ewletir dibin.li çelêya colemergê jî êdî welatî bi zar û zêçên xwe diçin seyrangehan.her wiha şaredariya çelê jî li zozana bardakliyê bi merasîmekê tesîseke seyranê vekir.

Goşt biraştin, çay vexwarin û  li gorî dilê xwe geriyan.

Piştî operasyonên serkeftî, çiya û zozanên herêmê her ku diçe ewletir dibin. Şaredariya Çelêya Colemergê jî ji bo gel li zozana Bardakliyê tesîs çêkir.

Di merasîma vekirina tesîsa seyrangehê de him rayedarên navçeyê him jî gel bi hevr e roja xwe derbas kirin.

Cîgirşaredarê Çelê Temel Ayca di merasîmê de got: “Şaredariya Stenbolê jî alîkarî da û me li ser 10 donim arazî tesîsa seyrangehê çêkir. Ez hêvî dikim ku gelê me pê razî be.”

Dîroka nûkirinê: 17 Tebax 2018, 17:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE