Li ser belavbûna şewba koronayê, gelek sazî û fîrma xebatkarên xwe dişînin malê û ew jî li malê karê xwe dimeşînin. li agiriyê jî saziyeke taybbet ya ceyranê xebatkarên xwe ji dûr ve dide xebitandin.
Ji bo ku him xebatkar him jî gel ji şewbê zêdetir tesîrê negre, sazî û fîrma personelên xwe dişîne malê û ew jî li malê karê xwe dimeşînin.
Li Agiriyê saziyeke taybet a ceyranê qismek xebatkarên xwe şandiye malê qismek jî li dezgehê dixebitin.
Pisporekî teknolojiyan li şîrketê rê nîîşanî wan dide û bi vî awayî kar û bar tên kirin.
Yên ku li kargehê dixebitin jî tevdîrên tenduristiyê digrin.
Personel kom bi kom bi dorê dixebitin.
Heta ku rîska vîrûsê ji holê rabe û rewş arambe divê bi vî awayî kar û bar bimeşin.