Xebatkara ÎBByê ya ji ber endamtiya PKKya rêxistina terorê binçavkirî hat girtin

Xebatkara ÎBByê ya ji ber endamtiya PKKya rêxistina terorê binçavkirî hat girtin

Şafak D.ya wek pispora xizmeta civakî ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da dixebitî û ji ber endamtiya PKKya rêxistina terorê binçavkirî bû hat girtin.

Şafak D.ya ku ji ber "endamê rêxistina çekdarî" ye hat binçavkirin û miemeleyên wê yên li ewlehiyê bi dawî bûn.

Gorî agahiyên hatin hildan di îfadeya xwe ya li ewlehiyê da gumanbarê sûcê xwe qebûl nekiriye û bêdeng maye. Dema wêne nîşan danê û jê pirsîne ku eva di wêneyê da ew e yan na gotiye: "Min tu carî di nav PKKya rêxistina terorê da cî negirt. Der heqê mijarê da jî min salek berê îfade dabû."

- Bûyer

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê di çarçoveya xebatên deşîfrekirin û rêlêgirtina hewl û xebatên PKKya rêxistina terorê da Şafak D.ya di ÎBBê da wek pispora xizmeta civakî dixebite (30) binçav kirin. Lewra di belgeyên ku ji endamên rêxistina terorê hatibûn qefaltin da wêneyê wê derketibû.

Ekîbên polêsan jî di 27ê Nîsanê da ew binçav kirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE