Xebatên arkeolojik ên li Vanê

Gorda Urartuyiyê ku bi kûçik, 4 hesp, dewar û miha xwe va hatiye çalkirin, arkeolog kelecanî kirin

Xebatên arkeolojik ên li Vanê

 Keleha Çavuştepeyê ku ji aliyê Sarduriyê 2yem ê Qralê Urartuyan va hatiye çêkirin û li qada nekropol a ku dikeve bakurê kelehê îsal xebatên vedanê dan destpêkirin û di kolandinê da gordeke ku li gor nirxandinê aîdê rêvebirekî Urartuyî ye, hat dîtin. Di gordê da digel hestiyên merivekî hestiyên kûçik, dewar û mihê derketin.

Li Gurpinara navçeya Wanê li Keleha Çavuştepe û qismê bakurê wê di qada nekropolê da ekîbeke ku ji 25 kesan pêk tê, xebatên kolandinê dewam dikin. Serokatiya kolandinê ji Zanîngeha Yuzuncu Yilê Fakulteya Edebiyatê Serokê Beşa Arkeolojiyê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu dike. Di ekîbên da antropolg, arkeolog, dîroknasê hunerê, plankarê bajêr û restorator hene.

Bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê li keleha Urartuyan û qada nekropolê xebatên vedanê tên kirin û belgeyên ku dîrokê ronî dikin, tên derxistin.

Di vedanên îsal da ji gordekê digel hestiyên merivekî hestiyên 4 hesp, kûçik, dewar û mihê hat dîtin.

Vê gorda ku hat dîtin, zanyar kelecanî kirin.

Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, li Keleha Çavuştepeyê ji bo qadên ku xerab bûne, seba temîrkirinê xebatên paqijî û konservasyonê, li nekropolê jî xebatên vedanê tên meşandin.

Çavuşoglu diyar kir, di kevneşopiya definkirina miriyan û arkeolojiya Urartuyan da bermahiyên cuda dertên û wiha dewam kir, "Em îro bi ekîba xwe ya pispor ra rastî gordeke in-situ (çawa ku danîne) hatin. Me dît ku merivek bi 4 hesp, dewar û pezê xwe ra hatiye çalkirin. Li kêleka gordê parçeyên seramîk hatin bidestxistin. Em di vê gordê da rastî qendîlekê hatin ku me heta niha nedîtibû. Ev ji bo ronîkirinê jî fikir dide me."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE