Xebatên arkeolojiyê yên zanîngeha Vanê

Di xebatan de 2 îskeletên zarokan hatin dîtin ku ew ji Heyama Urartuyan mane

Xebatên arkeolojiyê yên zanîngeha Vanê

Ekîba Arkeolojiyê ya Zanîngeha Van Yüzüncüyilê, li bajêr xebatên kolandinê dike. Di xebatan de herî dawî 2 îskeletên zarokan hat dîtin. Di piyên zarokan de bazin hebûn. Li ser bazinan jî serê ejderan hatibûn nexşandin.

Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Van Yüzüncüyilê, bi salan e ku li bajêr, bi ekîbeke pispor xebatên arkeolojiyê dike.

Ekîba arkeolojiyê ji 17 kesan pêk tê. Di nav wan de antropolog, arkeolog, dîroknasên hunerê û xebatkarên restorasyonê hene.

Di xebatan de herî dawî 2 îskeletên zarokan hatin dîtin. Di piyên zarokan de 2 bazin hene. Li ser bazinan serê ejderan hatine nexşandin.

Pispor dibêjin ev îskelet ji Heyama Urartuyan mane. Urartû jî 2 hezar û 500 sal beriya vê li herême bûne.

Arkeologên ku xebatên lêkêlînê dikin dibêjin: “Me di xebatan de 2 îskeletên zarokan dîtin. Li ser piyên wan nexşên ejderan hene. Ev yek nîşan dide ku Urartuyan bawerî bi axretê anîne. Ji bo dîroka Urartuyan ev agahiyeke girîng e.”

Bi saya xebatên Ekîba Arkelolojiyê, derbarê miletên berê de agahî tên berhevkirin û ev xebat wê berdewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE