Xebatên aşîkirinê dewam dikin

Di têketin û derketina bajêr de cihê aşiyê hat avakirin.

Xebatên aşîkirinê dewam dikin

Li bajarê mûşê rêjaya aşîbûnê kêm e. Polîs û cendirmeyan di têketin û derketina bajêr de qada aşiyê ya kovîd 19ê ava kir. Wezîfedarên tenduristiyê li welatiyan dipirsin. Ger bixwazin aşiyê li wan dixin.

Li Mûşê xebatên aşîkirinê bi şev û roj dewam dikin. Li seranserê bajêr li gelek cihan ekîbên tenduristiyê welatiyan aşî dikin.

Polîs û cendirmeyan bi hevkariya ekîbên tenduristiyê di têketin û derketina bajêr de qada aşiyê ya Kovîd 19ê ava kirin.

Wesaîd li cihên kontrolê tên sekinandin. Ji wan tê pirsîn gelo aşî li xwe xistine an na.

Kesên ku aşî nebûne ger bixwazin ji aliyê ekîba tenduristiyê ve tên aşîkirin.

Bi vî awayî him welatî tên agahdarkirin, him jî gelek kes tên aşîkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE