Xebatên betonarme yên li gola kraterê ya Nemrûdê

Ji ber bi betonê xebat hatin kirin, saziyên sivîl û aktivîstan bertek nîşan da

Xebatên betonarme yên li gola kraterê ya Nemrûdê

Li derdora gola kraterê ya Nemrûdê, ji bo hewcedariyên welatiyan projeya tesîsên darîn hat îhalekirin. Fîrmaya ku îhale stend ji şûna avahiyên darîn, beton bi kar anî. Nûnerên saziyan, aktivîst û welatiyan bertek nîşanî projeya betonî da.

Gola Nemrûda Biçûk bi hezar sal in ku ji cih û warên herî xweş ên dinyayê ye.

Heya niha ji bo ku xweza û hawirdora Gola Kraterê xera nebe, li tu xebatan destûr nehat dayîn.

Midûriya 14emîn a Park û Parastina Xwezayê ji bo hewcedariyan dest bi projeyekê kir.

Lêbelê fîrmaya ku îhale qezanc kir proje bi betonê da destpêkirin.

Ji ber xwazeya Gola Krater a Nemrûdê bi betonê tê xerakirin, aktîvîst û welatiyan bertek nîşan dan.

Nûnerên saziyên sivîl û welatiyên herêmê dixwazin ku cih û warên nûwaze bila neyê xerakirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE