Xebatên çêkirina 4 tesîsên sporê yên li Tatvanê didome

Parlamenterê AK Partiyê yê Bitlisê Taşar veberhênanê li Tetwanê kontrol kirin

Xebatên çêkirina 4 tesîsên sporê yên li Tatvanê didome

Parlamenterê AK Partiyê yê Bidlîsê Cemal Taşar li înşeata 4 tesîsên sporê yên ku li navçeya Tetwanê çêkirina wan didome, lêkolîn û kontrol pêk anî.

Taşar digel Şaredarê Tetwanê Mehmet Emin Geylanî, Serokê AK Partiyê yê Parêzgehê Engin Gunceoglu û Serokê AK Partiyê yê Navçeyê Cemil Sayilgan li qada înşeatê ya tesîsên sporê geriya û der heqê xebatan da agahî sitand.

Taşar di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir ku wan li bajêr veberhênanên mezin kirin.

Taşar bal kişand ku veberhênan di hemû qadan da berdewam in û wiha got:

"Em hêza xwe ji gel, partî û Serokomarê xwe distînin. Ez sipasiya Serokomarê me Brêz Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê me yê Werziş û Ciwaniyê dikim. Em înşeatên tesîsên sporê yên ku li navçeya me tên çêkirin kontrol dikin. Tesîs li zarok û ciwanên me bi xêr be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE