Xebatên çêkirina riyan berdewam in

Li Siirtê li ser riya Mardin û Vanê tunel tê çêkirin.

Xebatên çêkirina riyan berdewam in

Li herêmê xebatên ji bo kurtkirina riyan berdewam in. Piştî Pira Beğendikê niha di navbera riya Siirt, Şırnak, Mardiin û Vanê de tunel tê çêkirin. Bi saya tunelê riya 4 bajaran wê kurttir bibe.

Xebatên projeya Riya Dihê-Findikê û ya Tunelê berdewam in.

Bi saya vê projeyê wê 4 bajar êdî nêzîktirî hev bin.

Riya di navbera Siirt, Şırnak, Mardin û Vanê de wê kurt bibe.

Tevî riyê tuneleke dirêj jî tê çêkirin.

Çêkirina tunelê ji aliyê rêveberiya riyan ve dimeşe.

Herwiha heke tunel biqede wê riya 4 bajaran a di navbera hevdu de 2 saetan kêmtir bibe.

Parlamenterê AK Partiyê yê Siirtê Osman Ören got, ‘’Rê şaristanî ye, li cihê ku şaristanî hebe, tevger û bereket heye. Xwedê bike wê ev xebata ku desthilatdariya me pêk tîne liv û tevgerekê bîne herêmê. Bi saya vê tevgerê herêm wê pêş bikeve û teror biqede.’’

Tê payîn projeya mezin a herêmê sala bê were qedandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE