Xebatên derxistina cesedên di belema Gola Vanê da binavbûyî didomin

Xebatên derxistina cesedên di belema ku di Gola Vanê da li peravên Girava Çarpanakê binav bû da didomin.

Xebatên derxistina cesedên di belema Gola Vanê da binavbûyî didomin

Xebatên derxistina cesedên di belema ku di Gola Vanê da li peravên Girava Çarpanakê binav bû da didomin.

Ji bo derxistina belem û cesedên tê da, ku li Taxa Altinsaça Gevaşê çûbû nava Gola Vanê , lêbelê paşê tu xeber jê nehatibû hildan, ekîbên Cendirme, JAK, Midûriyeta Ewlekariyê, AFAD, UMKE û ekîba tenduristiyê û ya Hêzên Deryayî û her wiha tîma SAKê ku ji hêla Wezareta Parastina Neteweyî ji Stenbolê hat şandin, ber bi ciyê ku tekne lê hat tesbîtkirin ku 106,5 metre di kûrahiyê da ye, bi rê ketin.

Xebatên ku ji ber şertên neyênî yên hawayê duh rawestiyabûn, bi 4 cihazên ROWê dîsa dest pê kirin.

Wesayîtên cinazeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin Vanê li Îskeleya Girava Çarpanakê amade disekinin.

Bûyer 

Li Vanê 27ê hezîranê ji Sedat û Medeni Akbaşê ku li Taxa Altinsaçê bi belema xwe ajotin nava Gola Vanê , demeke dirêj xeber nehat sitandin û li ser vê yekê mixtarê taxê îxbar kiribû ku du kes wenda ne.

Li ser îxbarê bi helîkoptera ku kameraya wê ya termal a bi şev jî dibîne heye, firokeya bêfirokevan û botên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê va di golê da û li dewrûbera golê fealiyeta kontrol-lêgerîn hatibû destpêkirin, lêbelê tu şopeke belemê nehatibû dîtin. Di xebatan da cesedên 33 kesên tê texmînkirin ku biyanî ne hatibûn dîtin. Piştî xebatên dûdirêj belem li peravê Girava Çarpanakê di 106,5 metre kûrahiyê da hatibû dîtin, 5 kes jî hatibûn tewqûfkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE