"Xebatên Herekata Kaniya Aştiyê awayê hatiye plankirin didome"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ragihand ku xebatên ji bo Hereketa Kaniya Aştiyê awayê hatibûn plankirin, dewam dikin

"Xebatên Herekata Kaniya Aştiyê awayê hatiye plankirin didome"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got: "Ew xebatên Herekata Kaniya Aştiyê bi awayê ku hatiye plankirin didomin."

Akar li Meclisê ji bo pirsên rojnamegeran ên ku der barê rojevê da bûn, bersiv da.

Rojnamegerekî di pirsa xwe da got: "Gelo duh li Enqereyê ceribandina S-400an hat kirin?" û Wezîr Akar jî li ser vê ragihand ku her tişt asayî û eşkereye û wiha pê da çû: "Peydekirina S-400an pêvajoyeke û kar û xebatên di vê pêvajoyê da bên kirin hene. Ji ber vê jî ew kar bi awayê hatine plankirin dewam dikin. Tiştekî nû û cihê tuneye. Ji ber vê jî bernameya me bi awayê hatiye plankirin didome. Ji bo ku ev pêvajo biçe serî herkes mayê ji dest tê dike." 

Hat pirsîn ku gelo Hereketa Kaniya Aştiyê didome yan na û li ser vê Akar got: "Ew xebatên Herekata Kaniya Aştiyê bi awayê ku hatiye plankirin didomin."

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE