Miduriyeta Çand û Civakê ya Şaredariya Sêrtê di 7 kursiyên biaku belav kirin. Welatiyên astengdar bi vê projeyê gelek kêfxweş bûn.
Şaredariya Sêrtê ji bo welatiyên astengdar projeyek da destpêkirin. Şaredariyê ji bo 7 welatiyên astengdar kursiyên biaku belav kirin.
Merasîma belavkirina wesayîtên biaku li avahiya şaredariyê pêk hat. Waliyê Sêrtê Osman Hacibektaşogluyê li merasîmê hazir bû.
Hacibektaşoglu bi malbatên astengdaran re sohbet kir û guh da pirsgirêkên wan.
Gel ji ber vê projeyê kêfxweş bûn.
Nûnerên şaredariyê diyar kirin ku projeyên bi vî rengî wê dewam bikin.