Xebatên ji bo çandiniya alternatîf

Li Semsûrê çandiniya xurmeyên Trabzonê sal bi sal zêde dibe…

Xebatên ji bo çandiniya alternatîf

Li Semsûrê çandiniya xurmeyên Trabzonê sal bi sal zêde dibe. Bi taybetî jî bi saya piştgirî û hîbeyên dewletê cotkarên herêmê jî berê xwe didin çandiniya xurmeyên Trabzonê.

Herêma Semsûrê bûye navenda çandiniya xurmeyên Trabzonê.

Li Semsûrê çandiniya xurmeyên Trabzonê sal bi sal zêde dibe. Bi taybetî jî hîbe û piştgiriyên dewletê zêdetir bala cotkarên Semsûrê dikişîne ser vê çandiniyê.

Di çarçoveya hîbe û piştgiriyan de Midûriya Çandinî û Daristanan li cotkarên bajêr nêzî 50 hezar şitil belav kirin.

Cotkarên ku şitlên xwe girtin ji bo çandiniya nû ji niha ve dest bi ajotina erd û avakirina bexçeyan kirin.

Tê ragihandin belavbûna çandiniya xurmeyên Tarbzonê wê li ser aboriya bajêr jî tesîreke baş çêke.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE