Xebatên ji bo derxistina neftê

Şîrketa Petrolên Türkiyeyê biryar da ku li 5 bajaran bîrên neftê bên vekirin

Xebatên ji bo derxistina neftê

Çend roj beriya vê Serok Recep Tayyip Erdoğan mİzgînî da û got li Behra Spî gaza siruştî hatiye dîtin. Piştî vê mizginiyeke din hat. Şîrketa petrolên Türkiyeyê biryar da ku li 5 bajarên herêmê neft bê derxistin.

Li welatê me gelek çavkanî hene. Ji aliyê madenan ve Türkiye welatekî dewlemend e. Ligel madenan bi salan in ku neft tê derxistin.

Li herêmê nêzî hezar bîrên neftê hene. Ji van bîran her sal 10 milyon varîl neft tê derxistin.

Di navbera Diyarbekir û Erganiyê de bîra neftê heye. Li vê derê bi salan in ku neft tê derxisin.

Şîrketa Petrolên Türkiye ji bo bajarên Amed, Riha, Batman, Mêrdîn û Semsûrê biryar da ku li 4 qadên din neft bê derxistin.

Welatî ji bo vê xeberê gelek kêfxweş in. Ew dibêjin bi saya gaza sirûştî û neftê wê Türkiye xurttir bibe.

Bi saya van çavkaniyên xwemalî dê aboriya Türkiyê bi pêş keve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE