Xebatên ji bo dîtina Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê AAyê yê Bayburtê car din dest pê kirin.
Li herêma ku Nîşanci wenda bû ekîbên AFAD, UMKE, cendirme û tenduristiyê ku texmînî ji 210 kesan pêk tê xebatên lêgerîna ku duh navber dabûn cardin dan destpêkirin.
Ji bilî Tîma Bayburtê yên ji Trabzon, Rîze, Erzirom û Gumuşhaneyê hatine jî di nav gelî û bin zinaran da xebatên lêgerîn dikin.
Ji xeynî ekîbên ji Trabzon û Bayburtê hatine xozneberên ku ji Rizeyê hatin jî di nav çêm da xebatên lêgerînê dikin.
Tîmeke ji 12 kesan pêk tê ya girêdayî Fermandariya Asayişa Taybet a Cendirmeyan a ji Enqereyê hatiye jî d nav çem da lêgerînê dike.
Abdulkadîr Nîşanciyê nûçegihanê AAyê duh dema li Çiyayê Soganliyê ku di navbera Bayburt-Trabzonê da ye xebatên vekirina rê dişopand ji ber ku berfa di bin wî da çû xwarê ew jî pê ra ji zinar da çûbû xwarê û wenda bûbû.
AA