Her ciqas tesîra zivistanê kêm bûbe jî li hin deveran hêj bandora berfê dewam dike. Li Agriyê ekîbên ceyranê ji bo enerjiyê bidin gundan bi şev û roj dixebitin.
Îsal li herêmê zivistaneke zor û zehmet hebû. Gelek caran rê hatin girtin û ceyranên gundan qut bûn.
Bihar hat û dinya hêdî hêdî xweş dibe. Lê Li Agriyê hêj tesîra zivistanê heye û car caran ceyrana gundan diçe.
Ekîbên Ceyranê yên Patnosê ji bo ku rê girtî bû ji ser Erdîşê gihaştin gundên Giyadîne.
Ekîb, ji bo gundî bêceyran nemînin bi şev û roj dixebitin.