Xebatên ji bo goştê erzan

Pakdemirli: Saziya Şîr û Goşt wê goştê hûr û qiymeyê bixwe hilberîne...

Xebatên ji bo goştê erzan

Piştgiriya noginan a ji bo heywandaran wê li 81 bajaran bê kirin. Ji sedî 40ê bihayê noginan wê ji aliyê wezaretê bê dayîn. Mizgînî wezîrê çandinî û daristanan bekir pakdemirli da. Pakdemirli got: saziya şîr û goşt wê ji tîrmehê û şûnde qiyme û goştê hûr bi xwe bilberîne.

Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirli: Di çarçoveya projeyên herêmê de li 41 bajarên me ji bo 650 projeyên li ser heywandariyê em 100 milyon lîre piştgiriyê didin. Bi vî awayî em ê bi qasî 250 milyon lîre piştgirîyê bidin ajaldaran. Wezareta me li 41 bajaran piştgiriya Noginan dide. Em ê vê projeyê li 81 bajaran belav bikin. Bi vê yekê re em dixwazin karsaz karên xwe mezin bikin. Ji sedî 40ê bihayê noginan ji aliyê wezareta me tê dayîn. Em ê li gorî qayîdeyên wezaretê ji bo karsazên xwe yên ku golikan ji bo goşt xwedî dikin jî 250 lîre zêdetir piştgiriyê bidin. Êdî Saziya Şîr û Goşt wê ji meha Tîrmehê û pê ve qiyme û goştê hûr bixwe hilberîne û bifroşe welatiyan.

Dîroka nûkirinê: 27 Hezîran 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE