Li welêt xebatên ji bo hilberîna toximên xwemalî dewam dikin. Di çarçoveya xebatan de piştî konya û amedê, li semsûrê jî navendeke hilberîna tovên xwemalî hat vekirin. Li vê navendê ji bo zêdekirina hezar û 150 tovên xwemalî lêkolîn tên kirin.
Tirkiye xwedî li toximên xwe yên xwemalî û orjînal derdikeve.
Ji bo parastin, islahkirin û zêdekirina tovên xwemalî piştî navendên li Konya û Amedê li Semsûrê jî navendeke hilberînê hat vekirin.
Li navendê ji tovên tene û zeviyan bigirin heta gihayên şifadar û aromatîk li ser hezar û 150 toximên cûrbicûr lêkolîn tên kirin.
Akademisyenê Fakulteya Zîreatê yê Zanîngeha Heranê Doç. Dr. Abdullah Kahraman jî dibêje: “Di salên dewî de qiymeta tovên xwemalî zêde bû.”
Kahraman: Ji bo çandiniyeke organîk tovên xalis û xwemalî gelek girîng in. Ji bo vê, divê em li seranserê welêt bigerin û hemû tovên ku nelewitîne kom bikin.