Xebatên ji bo pêşketina herêmê

Bi projeyên nû yên Ajansa Peşketinê, Germava Zimrûdê wê bibe ciheke turîstik...

Xebatên ji bo pêşketina herêmê

Ji bo turîzma herêmê pêş bi keve, gelek xebat û proje tên çêkirin. Midûrê Giştî Yê Ajansên Pêşketinê Yên Tirkiyê Bariş Yeniçeri bi heyetekê re çû dîtina germava zimrûdê ya bêşebabê.

Dixwazin potansiyela turîzmê û veberhênana herêmê zêdetir bikin..

Ji bo wê jî Midûrê Giştî yê Ajansên Peşketinê yên Tirkiyê Bariş Yeniçeri û heyetek pêşî çûn serdana şaredarê Bêşebabê.

Piştre jî ji bo lêkolînê çûn germava Zimridê ya li ber çiyayê Qatoyê.

Ji bo ev germav bibe cihekî turîstik û veberhênanên nû bên kirin xebat tên destpêkirin.

Midûrê Giştî yê Ajansên Pêşketinê yên Tirkiyê Bariş Yeniçeri:em dixwazin vê derê bikin navenda cazibeyê ku gelê herêmê jê îstifade bike, debara xwe pê bike. em ji bo vê hatin vê derê, lê bi rastî ev der ji niha ve jî gelek eleqe dibîne. ev hêviyên me xurttir dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE