Li herêmê xebatên ji bo îstixdama jinan dewam dikin. Li Qosera Mêrdînê Qeymeqamiyê ji bo jinan kursa dirûn, neqş û destkariyê vekir. Di kursê de 60 jin ji bo bibin xwediyê karên xwe perwerde dibin.
Li herêmê xebat û projeyên ji bo îstixdama jinan dewam dikin.
Qeymeqamiya Qosera Mêrdînê, bi hevkariya Îdareya GAP û ÇATOM’ê ji bo jinan kursa Mamostetiya Hoste vekir.
Di kursê de 60 jin ji bo 2 salan wê di warê, dirûn, neqş û dastkariyê de perwerde bibin.
Piştî kursê, jinên ku belgeyên xwe digirin wê karibin bi xwe atolye û kargehan vekin û bibin xwediyê karên xwe.