Xebatên ji bo temirandina şewata li Antalyayê

Çavuşoglu: Me li Manavgatê bi 6 balafir, 2 wesayîtên asîmanî yên bêmirov, 2 jê yên rêvebiriyê 17 firokeyan va xebat domand

Xebatên ji bo temirandina şewata li Antalyayê

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir, şirketekê ji şirketeke Îsraîlê 2 balafir kirê kirin û ev balafir sibê tên û wiha dewam kir, "4 balafirên ku me li Ukraynayê ji şirketa taybet dîtin û kirê kirin li Balafirgeha Ispartayê danîn."

Çavuşoglu bi Murat Kurumê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê û Adil Karaîsmaîlogluyê Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê va li Manavgata navçeya Antalyayê di Navenda Kordînasyonê ya AFADê da beriya civîna nirxandinê daxuyanî da.

Çavuşoglu got, "Di şewata li Manavgatê da me bi 6 balafir, 2 wesayîtên asîmanî yên bêmirov, 2 jê yên rêvebiriyê 17 firoke, 1878 wesayît û ji 6 hezar û 500î zêdetir personelan va xebat domand. Ekîbên me bi dil û can dixebitin. Li cihên ku agir lşê hatiye temirandin, sebatên sarkirinê tên kirin."

Çavuşoglu daxuyand ku ji welatên cuda balafir, firoke û ekîpman tên û wiha dewam kir, "Şirketekê ji şirketeke Îsraîlê 2 balafir kirê kirin û ev balafir jî sibê tên. Me hemû miameleyên der barê destûrên firînê da temam kirin. 4 balafirên ku me li Ukraynayê ji şirketa taybet dîtin û kirê kirin li Balafirgeha Ispartayê danîn. Ji Azerbeycanê sibê dê balafirek û 10 perosnelên tê da û 40 wesayîtên agirkujiyê jî bi 150 personelan va ji bejayê bêne welatê me. Ji Pakistan, Polonya, Gurcistan, Qazaxistan, Bosna Hersek, Amerîka, Kanada û Japonyayê hin pêşniyazên alîkariyê hatin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE