Xebatên ji bo temirandina şewata li daristanên Antalyayê didome

Ji bo temirandina şewata li daristanên Antalyayê 2 balafirên Ukraynayê jî piştgiriyê didin

Xebatên ji bo temirandina şewata li daristanên Antalyayê didome

 Ji bo temirandina agirê ku bi daristanan ketiye, 2 balafirên Ukraynayê jî piştgiriyê didin û ji hewa va avê direşînin.

Ji bo temirandina agirê ku li çendîn cihên cuda bi daristanan ketiye, ji hewa û bejayê va xebat dewam dikin. Ji kêliya ewil pê va gelek balafir, firoke û makîneyên kar seba temirandina agir dixebitin.

Li Antalya û Muglayê ji ber ku hewa germ e, nem kêm e û herêm jî çiyayî ne, temirandina agir zehmet e.

Ji bo ku agir zûtirê were temirandin welatên wekî Rûsya, Îran, Azerbeycan, Ukryana, Xirwatistan û Îspanyayê jî seferber bûn.

Ji Ukraynayê du balafirên tîpa AN-32 Pyê bi 14 kesên wezîfedar va hatin Tirkiyeyê. Balafirên Servîsa Dewletê ya Rewşên Acil a Ukraynayê li Antalyayê cihên ku agir bi daristanê ketiye dest bi xebatan kir.

Balafiran li Balafirgeha Gazîpaşayê bi cih bûn û midaxeleyî şewata ku li Manavgat, Alanya, Aksekî, Gundogmuşê ketiye, dikin. Balafir wê 10 rojan li Tirkiyeyê bimînin û wezîfeyê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE