Xebatên ji bo temirandina şewata li Tunceliyê

Bi 2 firoke û balafirekê hewl tê dayîn ku şêwata li Tunceliyê bê vemirandin

Xebatên ji bo temirandina şewata li Tunceliyê

Midûriya Giştî ya Daristanan daxuyand bi 2 firoke û balafirekê va hewl tê dayîn ku şêwata li daristanên Tunceliyê bên vemirandin.

Di daxuyaniya nivîskî ya midûriyetê da hat gotin li herêma ewlehiya taybet a Tunceliyê di daristanan da şewat derketibûn ku ji wan 3 heb hatin vemirandin.

Hat gotin li cihekî daristanê ya ku dişewite jî bi 2 firoke, balafirek, arazozek, 3 wesayîtên midaxeleya ewil, 2 qireyder û 40 xebatkaran va hewl tê dayîn ku ew bê vemirandin.

Hat daxuyandin 6 şewatên li daristanan û 6 şewatên li çol û bestan ên li tevahiya welêt çêbûbûn jî hatin vemirandin, xebatên sarkirina wan dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE