Niha riya çiyayê Nemrûdê bi navê xwe yê kurmancî çiyayê belikê ji ber berfê asê ye. Tîmên îdareya Taybet a Adiyamanê ji bo vekirina rê bi şev û roj dixebitin. Tê ragihandin ku li hin deveran nêzî 2 metre berf heye.
Çiyayê Belikê di nava sînorê Adiyamanê de ye.
Belik bi berhemên xwe yên dîrokî yên Nemrûdê gelek navdar e.
Her wiha bilindahiya Belikê jî 2 hezar û 206 metre ye.
Niha li ser riya Çiyayê Nemrûdê “Belikê” nêzî 2 metre berf heye.
Tîmên Îdareta Taybet ên bajêr ji bo vekirina rê bi şev û roj dixebitin.
Hat ragihandin ku riya Nemrûdê bi qasî 6 kîlometreyan girtî bû û heta niha 2 kîlometre hatiye vekirin.
Tê gotin ku dê heta 3, 4 rojan rê bi temamî were vekirin.