Xebatên ji bo vemirandina şewatan didome

Li Mîlas û Bodrumê ji beja û hewayê hewl tê dayîn ku şewata daristanan bê vemirandin.

Xebatên ji bo vemirandina şewatan didome

Li Mîlas û Bodruma navçeyên Muglayê ekîb ji beja û hewayê hewl didin şewata daristanan vemirînin.

Şewata li Taxa Beycîlerê ya Mîlasê di 31ê tîrmehê da dest pê kiribû gihîşt taxên Oren Turkevlerî, Çokertme, Bozolan, Feslegen, Gokbel û taxên Aşagı Mazi, Yukari Maziya Bodrumê.

Şev xebatên sarkirina agir dewam kir, ji esman jî midaxale tê kirin.

Ekîb ji bo ku şewatê hildin kontrola xwe têkoşîneke mezin didin. 

Li taxên gel jê hatiye texliyekirin xebatên sarkirinê dewam dikin.

Şewat gihişt heta peravên Kîssebukuyê, ji bo bê vemirandin ji esman û bejayê hewl tê dayîn. Welatî û kesên dildar jî piştgiriyê didin xebatan.

Li Taxa Turkevlerî jî ji ber şewatê hin malan xisar dît.

Li cihên ku şewat hat vemirandin welatiyan heywanên xwe paşve anîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE