Xebatên temirandina şewata ku duh li Belena navçeya Hatayê derket û pekiya daristanên li navçeyên Îskenderun û Arsuzê didomin.
Şewata ku duh nîvro derket di navbera Nergîzlîk û Karahuseyînliya taxên Arsuzê da didome.
Ji bejayê va gelek ekîb ji bona temirandina şewatê hewl didin û li gor bayê jî ji esman da bi wesaîtên esmanî midaxele dikin.
Li herêma li texma Perteka nêzî navçeya Belenê şewata ku duh derket û hat temirandin cardin derket. Hin avahiyên li nêzîk di nav alavên agir da man.
Beşeke rêbeja Belen-Îskenderunê jî ji trafîkê ra hat girtin.AA