Komeleya Kerwana Hêviyê, li Mêrdînê xebatên xwe yên alîkariyê didomîne. Nûnerên komeleyê ji xêrxwazan pere, xurek, cil û berg û eşyayên malê berhev dikin. Piştre dibin didin hewcedar û malbatên feqîr.
Komeleya Kerwana Hêviyê li bajarê Mêrdînê bi salan e ku alîkariyê dide hewcedaran.
Nûnerên komeleyê ji xêrxwazan pere, xurek, cil û berg û eşyayên malê kom dikin. Piştre van digihînin malbatên hewcedar.
Komeleyê di sala 2021ê de bi qasî milyonek û 139 hezar û 641 lîre alîkarî gihandiye hewcedaran.
Kolmeleya Kerwana Hêviyê her wiha li derwelêt jî xebatên xwe didomîne. Li welatên Efrîqayê bîran vedide, xwarinan belav dike û nexweşan emeliyat dike.
Xebatên komeleyê li navwelêt û derwelêt bi şev û roj dewam dikin.