Xebatên Komisyona OHAL’ê

Komisyona OHAL’ê di 15 mehan de nîvê dosyeyan safî kir.

Xebatên Komisyona OHAL’ê

Komisyona ohal’ê bênavber dixebite. komisyonê nîvê dosyeyan qedand. 126 hezar serlêdan hebûn; ji wan 63 hezar û 100 dosye temam kirin. dosyeyên 58 hezar û 350 kesan red, 4 hezar û 750 dosye jî qebûl kirin. xebatên li ser 62 hezar û 900 dosyeyan jî dewam dike.

Komisyona OHAL’ê di 15 mehan de nîvê dosyeyan safî kir.

Heta 15ê Adarê nêzî 126 hezarî serlêdan çêbûn. Ji wan derbarê 63 hezar û 100 dosyeyan de biryar hat dayîn.

Piştî Hewla Derbeya 15ê Tîrmehê di çarçoveya KHK’yên OHAL’ê de 125 hezar û 678 kes ji wezîfeyê hatin derxistin,

Rûtbeyên 3 hezar û 213 kean hatin stendin,

Têkiliyên 270 xwendekarên li dervwelêt hatin qetandin,

2 hezar û 761 sazî hatin girtin.

Bi tevahî jî 131 hezar û 922 miemeleyên tevdîrê çêbûn.

MUAMELEYÊN OHAL’Ê YÊN PIŞTÎ 15Ê TÎRMEHÊ

JI WEZÎFEYA DEWLETÊ DERXISTIN : 125 HEZAR Û 678 KES

STENDINA RÛTBEYAN: 3 HEZAR Û 213 KES

QETANDINA TÊKILIYÊN XWENDEKARÊN LI DERWELÊT: 270

GIRTINA SAZIYAN 2 HEZAR Û 761

BI TEVAHÎ 131 HEZAR Û 922

Ji bo îtîrazkirina KHK’yên OHALê Komisyona Rewşa Awarte hat avakirin. Xebatên komisyonê jî dewam dikin.

Komisyonê ji bo lêkolînan sîstemeke taybet çêkir.

Ji sazî û lijneyan agahî girtin û biryarên mehkemeyan şopandin.

Bi tevahî 460 hezar ewraq tesnîf kirin.

Bi giştî 126 hezar serlêdan çêbûn. Komisyonê derbarê 63 hezar û 100î de biryar da.

58 hezar û 350 dosye qebûl nekirin.

Kesên ku serlêdana wan hatine qebûlkirin, ji aliyê sazî û lijenyên ku dixebitîn ve an jî bi destê Serokatiya Lijneya Bilind a Rêvebiriyê ve tên tayînkirin.

XEBATÊN KOMISYONA OHAL’Ê

HEJMARA SERLÊDANAN 126 HEZAR

DOSYEYÊN QEDANDÎ 63 HEZAR Û 100

YÊN HATINE QEBÛLKIRIN 4 HEZAR Û 750

YÊN NEHATINE QEBÛLKIRIN 58 HEZAR Û 350

YÊN TÊN LÊKOLÎNKIRIN 62 HEZAR Û 900

Welatî dikarin biryarên komisyonê bidin mehkemeyê.

Pêvajoya serlêdanên Komisyona OHAL’ê li ser înternetê tên weşandin. Welatî dikarin encaman di înternetê de hîn bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE