Xebatên lêgerîn û xelaskirinê: Daxuyaniya sê Wezîran

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu, Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca û Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum piştî xebat, kontrol, lêkolîn û mêzekirina herêma erdhejê li navenda qeyranê derketin pêş çapemeniyê û bi civîneke hevpar daxuyanî dan.

Xebatên lêgerîn û xelaskirinê: Daxuyaniya sê Wezîran

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê zirar û ziyana erdheja lerza wê 6,8 ku navend Sivrîceya navçeya Elezîzê bû da daxuyanî da û got: "Li Doganyola Meletiyê 4 û li Elezîzê jî 18 welatiyên me ji ber erdhejê mirin." 

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu, Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca û Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum piştî xebat, kontrol, lêkolîn û mêzekirina herêma erdhejê li navenda qeyranê derketin pêş çapemeniyê û bi civîneke hevpar daxuyanî dan.

 Di axaftina xwe da Wezîrê Karên Navxweyî Soylu got ku niha ji hêla birîndaran va tiştekî mirov bitirsîne tuneye û wiha pê da çû: "Niha li gor daneyên ber destê me nexweşekî me yê rewşa wî giran ê ku me bike nav fikarê tuneye. Ji dema erdhej qewimî heta niha bi tevahî me 39 kes bi saxî ji bin kavilan derxistin. Li Doganyolê tu kes di bin kavilan da nemaye. Biryar hat dayîn ku ji ber xesarê valakirina Girtîgeha Adiyamanê wê di cih da be."

Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Kurum jî destnîşan kir ku ekîbên wan ji bo tespîtkirina zirar, ziyan û xesarên qewimîne li ser kar û barên xwe ne û wiha domand: "184 ekîbên me yên ji 368 kesan pêk tên ji bo tespîtkirina xesara avahiyan xebatên xwe didomînin."

Wezîrê Tendirustiyê Koca jî destnîşan kir ku ew li ser telîmata Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bişev derbasî cihê bûyerê bûn û li navçeyên navend ên Elezîz û Meletiyê vekolînan kirin, agahî hildan û çûn nexweşxaneyan ziyaret kirin.

Kurum di mijara rewşa welatiyan da jî got: "Ji hezar û 31 kesên hatin saziyên tendirustiyê 382 kes birîndar bûn. Ji 128 nexweşên li servîsê tên dermankirin jî 34 kes di yekeya nexweşiyên giran da ne." 

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2020, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE