Xebatên lêgerînê yên li Gola Vanê

Ji bo dîtina belema ku li Taxa Altinsaça Gevaşê çû nava Gola Vanê, lêbelê paşê tu xeber jê nehat hildan, lêgerîn dewam dikin.

Xebatên lêgerînê yên li Gola Vanê

Li Vanê di xebatên lêgerîna belema ku 27ê hezîranê di Gola Vanê da wenda bûbû da cesedê kesekî din jî hat dîtin.

Ji bo dîtina belema ku li Taxa Altinsaça Gevaşê çû nava Gola Vanê , lêbelê paşê tu xeber jê nehat hildan, lêgerîn dewam dikin.

Li ser Gola Vanê Tîma Ewlekariya Navxweyî ya Cendirmeyê ya 45 kesî ji hewa û bejayê va û her wiha ekîbên JAK, Ewlehiya Qeraxan, Midûriyeta Ewlekariyê, AFAD, UMKE û ekîbên tenduristiyê, 4 cîhazên sonarê û 4 cihazê kişandina dîmenê binê avê (ROW) di binê golê da li belemê digerin.

Li herêma navbera Gevaş û Tetvanê cesedê kesekî ku li gor nirxandinê biyanî ye, hat dîtin.

Bi vî cesedî va jimara cesedên ku hatin derxistin derket 13an.

Bûyer

Li Vanê 27ê hezîranê ji Sedat û Medeni Akbaşê ku li Taxa Altinsaça navçeya Gevaşê bi belema xwe ajotin nava Gola Vanê , demeke dirêj xeber nehat sitandin û li ser vê yekê mixtarê taxê îxbar kiribû ku du kes wenda ne.

Li ser îxbarê bi helîkoptera ku kameraya wê ya termal a bi şev jî dibîne heye, firokeya bêfirokevan û botên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê va di golê da û li dewrûbera golê fealiyeta kontrol-lêgerîn hatibû destpêkirin, lêbelê tu şopeke belemê nehatibû dîtin. 5 kesên ku piştî bûyerê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE