Ji bo dîtina Eyup Guneşê ku li Perwariya navçeya Sêrtê tevlî hevalên xwe seyran dikir û hevala wan di avê da çû û wî jî seba xilaskirinê xwe avêt avê û winda bû, xebat didomin.
Di xebatên lêgerînê yên ji bo Guneş da ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajarê Diyarbekirê Tîma Lêgerîn û Xilaskirinê ya ji Nav Avê, Lêgerîn û Xilaskirina Cendirmeyê ya Hekariyê, UMKE û AFAD beşdar in. Ekîb li Pireya Miksê û Bendava Çetîn û herêma Santrala Hîdroelektrîk xebatên xwe hem li bin avê hem jî li ser rûyê avê didomînin.
Parlementer Oren xebat kontrol kirin
Osman Orenê Parlementerê Sêrtê yê AK Partiyê bi Ekrem Olgaçê Serokbajarê AK Partiyê çûn herêmê û der barê xebatên tên kirina da ji Şaredarê Perwariyê Teyyar Ozcan, Şaredarê Begendîkê Gurgun Ozdemîr ê rayedaran agahî hilda.
Oren bi Aydin Guneşê bavê hemşîre Guneş ra hevdîtin kir ê got ku em êşa we parve dikin û hêvî dikin ku Eyup Guneş bê dîtin.
Di 11ê Hezîranê da ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Perwariyê hemşîre Halîme Tîmurtaş ketibû ava Çemê Miksê û tê da çûbû bi saya kesên li der û dorê ew ji avê hatibû derxistin, lê digel hemû midaxeleyan bi ser xwe da nehatibû. Eyup Guneş jî bi armanca ku hevala xwe ji nav avê xilas bike xwe avêtibû çem, lê avê ew bir û winda bû.
AA