Ömer Demir operatorê makîneya kar bû û di çêkirina Bendava Muş Alpaslanê de dixebitî. Kontrola direksiyonê makîneya wî ji destê wî derket û bi makîneya xwe şemitî bendava ku 30 mitro kûr e. AFAD û polîsên peywirdar ji bo dîtina cenazeyê wî lêgerîna xwe didomînin.
Di çêkirina Bendava Alparslan 2yê de peywirdar bû.
Operatörê makîneyê Ömer Demîrê 45 salî wekî her roj çû ser karê xwe.
Dema bi makîneyê kevir rast dikirin kontrola dîreksiyon ji destê wî çû.
Bi makîneya xwe şemitî û kete bendava 30 metro kûr e.
Ji bo lêgerîna Ömer Demîr AFAD, polîs û tîmên peywirdar dixebitin.
Demir bavê 7 zarokan bû.