Xebatên li balafirgeha Siirtê qediyan

Piştî temamkirina xebatan balafirgeh wê vebe

Xebatên li balafirgeha Siirtê qediyan

Balafirgeha sêrtê ji ber xebatan ev demeke dirêj bû ku nedihata xebitandin. Hemû xebat temam bûn. Hat ragihadin ku di hefteyekê de balafirgeh wê dîsa vebe.

Ev der Balafirgeha Sêrtê ye.

Ji ber kêmasiyên teknîkî ev demeke dirêj bû ku balafirgeh nehat bikaranîn.

Piştî temamkirina xebatan dê balafirgeh di hefteyekê de ji bo balafiran were vekirin.

Waliyê Siirtê Ali Fuat Atik: ”Înşellah herî dereng dê di nava hefteyekê de firînên biterîfe dest pê bikin. Ji bo Sêrtê bila ser xêre be û em ji wan kesên re spas dikin ku ked û alîkarî dane xebatan.”

Duh balafira testê ya ewil li Balafirgeha Sêrtê danî. Rayedarên balafirgehê jî ji bo merasîma danîna balafira testê amade bûn.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 09:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE