Xebatên li dijî koronayê

Li herêmê seferberiya hilberîna maskeyan dest pê kiriye

Xebatên li dijî koronayê

Li hemberî vîrûsa global Turkiye tevdîrên neteweyî digire. Li gelek deverên perwerdeyê niha kursiyer xebatên bi dilxwazî dikin û maskeyan hildiberînin.

Xebata li dijî belaya vîrûsê dewam dike.

Li çar aliyên welêt, welatî ji bo tevdîran seferber bûne.

Li herêmê li cihên ku berê kursiyer perwerde dibûn niha maske tên çêkirin.

Li Midyada Mardinê, navenda perwerdeya gel bi saya kesên dilxwaz maskeyan hildiberîne.

Li navendê 10 jin, rojê ji 500î zêdetir maskeyan çêdikin.

Li Sivereka Şanliurfayê jî mamosteyên dilwaz maskeyan hildiberînin.

Mamoste, vî karî bi temamî bi dile xwe dikin.

Malbata Oğuzhan a li Elazigê jî bi dilxwazî li mala xwe maskeyan hildiberînin.

Li Bilîs û Şirnakê jî mamoste û ciwanan dest bi hilberîna rûpêçên zelal kir.

Rûpoşên zelal wê ji bo xebatkarên tenduristiyê bibin mertalên li ber rû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE