Xebatên li dijî vîrûsa koronayê

Ekîbên şaredariyê mizgeftên mezin ên bajêr paqij dikin

Xebatên li dijî vîrûsa koronayê

Şaredariya Iğdırê di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de mizgeftên bajêr paqij dike. Ekîba şaredariyê ku ji 14 jinan pêk tê li 48 mizgeftan paqijî kir.

Di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de li seranserê welêt dawiya heftê derketina derve hat qedexekirin.

Şaredariya Iğdırê jî li kolanên mezin ên bajêr bi deterjanê paqijî kirin.

Her wiha ji bo ku mizgeftan paqij bikin, ekîba ku ji 14 jinan pêk tê hazirî kirin. Ekîb li navenda bajêr mizgeft paqij kirin.

Ekîba şaredariyê bi tevahî li 48 mizgeftan paqijî kirin. Derdora mizgeftê û hundir bi berfirehî bi dezenfektanan hat paqijkirin.

Xebatên şaredariyê yên li dijî vîrûsa koronayê wê dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE