Li navçeya Harrana Şanlıurfayê, ji bo diyarkirin û kifşkirina hemû deverên qesra Harranê ev 7 sal in xebat didomin. Niha pir, ode û deriyên qesrê hatine dîtin. Ji bo temamkirina cihên din xebat dewam dikin.
Ev der Qesra Harrana Şanlıurfayê ye.
Bi dîrok û çanda xwe ji gelek dewletan re mêvandarî kiriye.
Niha ji bo diyarkirina hemû deverên Qesrê ev 7sal in xebat bênavber dewam dikin.
Bi saya van xebetan, têketina qesrê, pir, ode, mescîd û gelek deverên din hatin kifşkirin.
Piştî qedandina xebatan Qesra Harranê wê ji geştiyaran re bê vekirin.
Her wiha Qesra Harranê di Lîsteya Demkî ya Mîrateyên Cihanê ya UNESCO’yê de cî digre.