"Xebatên me yên der barê herekatê da didomin"

Rektorê ZPNyê Erhan Afyoncu û rayedarên din pêşwaziya Akar kir. Akar silav da mangaya merasimê ya xwendekarên eskerî.

"Xebatên me yên der barê herekatê da didomin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got ku "Xebatên me yên der barê herekatê da didomin, amadehî dewam dikin."

Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Hewayê Orgeneral Hasan Kuçukakyuz ra ji bo ku beşdarî Merasima Vekirina ala Perwerdeyê ya 2019-2020î ya Dibistana Herbê ya Hewayê ya Zanîngeha Parastina Neteweyî (ZPN) bibe hat Dibistana Herbê ya Hewayê.  

Rektorê ZPNyê Erhan Afyoncu û rayedarên din pêşwaziya Akar kir. Akar silav da mangaya merasimê ya xwendekarên eskerî.

Akar bersiva pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê rewşa dawîn a amadehiyên herekata muhtemel a dijî rojhilatê Feratê da û ev gotin: "Xebatên me yên ji bo herekatê didomin, întiqal, amadehî dewam dikin. Em bi hevalên xwe yên fermandar ra jî van ji nêz va dişopînin. Lêbelê fealiyeta me ya îro jî fealiyeteke girîng e. Merasima Vekirina Sala Perwerdeyê ya 2019-2020î ya Dibistana Herbê ya ku rabirdûya wê bi şan û şerefê tijî te û hêlîna qertelan e heye. Em ê bi Herbiyeyiyan ra bin, bi wan ra xwarinê bixwin, sohbetê bikin û vê roja girîng bi hev ra pîroz bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 15:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE