Li Seranserê welêt xebatên ji bo hilbijartinên şaredariyan dewam dikin. Li Gevera Colemêrgê jî namzedê ak partiyê teoman Zeydan di çarçoveya danasîna projeyên xwe de çû serdana mamoste û xwendekaran. Zeydan got ger bê hilbijartin dê ji bo gever bibe bajar bixebite.
Ji hilbijartinên herêmî re hindik ma û namzed bênavber dixebitin.
Wekî li seranserê welêt, li Gevera Colemêrgê jî kelecana hilbijartinê ye.
Namzedê AK Partiyê Teoman Zeydan xebatên xwe bênavber didomîne û projeyên xwe yên ji bo pêşxistina Geverê vedibêje.
Zeydan ji bo danasîna proje û xebatên xwe çû serdana mamoste û xwendekaran.
Namzedê Şaredariya Yüksekovayê Teoman Zeydan: Li derve xelk Geverê baş nizanin, ji bo em vê nêrînê rakin xebatên me hene. Jixwe kesên ku tên Geverê dibînin, fikrên wan di cih de diguhere û wekî roja ewil nafikirin.
Zeydan bi xwendekaran re jî xeber da û behsa pirsgirêkên xwendekaran kir.
Namzedê Şaredariya Yüksekovayê Teoman Zeydan: Em derbarê xwendekaran de gelek hesas in. Ji bo pirsgirêkên xwendekaran çareser bibin em ê foneke bursan ava bikin û piştgiriyê bidin xwendekarên xwe.