Berê ji bo tedawiyê xelq diçû bajarên mezin. Lê bi saya nexweşxaneyên li herêmê welatî bi rehetî tedawiya xwe dibin. Yek ji wan nexweşxaneyan jî nexweşxaneya Şehît Ridvan Çevik a dewletê ya Ercişê ye.
Salê milyonek nexweş û 11 hezar û 200 emeliyat…
Di sala 2018an de ket fealiyetê lê gelek aktîf dixebite.
Li Ercişa Vanê, Nexweşxaneya Şehîd Ridvan Çevik a Dewletê bi şev û roj xizmetê dide welatiyan.
Ji bo ku li nexweşxaneyê emeliyat jî tên kirin, ji navçe û bajarên derdorê jî gelek kes tên vê nexweşxaneyê.
Wekî din li nexweşxaneyê ji bo zarokan projeyên berpirsiyariya civakî jî tên lidarxistin.
Bê pere cil û bergan didin zarokên nexweş ên ku tedawî dibin.AA