Xebatên paqijkirina dorexên çem

Li Bilîsê piştî xirakirina betonên li ser çem 8 pirên kevnare derketin hole.

Xebatên paqijkirina dorexên çem

Li Bilîsê di çarçoveya verastkirina dora çemî de beton û avahiyên li ser çem tev hatin xirakirin. Piştî ku beton rabû, dîrok derket holê. 8 pirên kevnare niha bi şiklê xwe yê berê di xizmeta gel de ne.

Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Îklîmê li Bilîsê verastkirina çeman dike.

Avahî û xirabeyên li dora çeman tev tên xirakirin.

Armanc ew e ku pêşiya bobelatên xwezayî bê girtin û him jî dîmenên xweşik derkevin holê.

Piştî ku beton û avahiyên li ser çem hatin xwarê pirên dîrokî derketin holê.

Pirên bi sedan salî, ji ber ku li ser wan beton hebûn, ne dihatin ferqkirin. Li Bilîsê haya gelek kesan ji van piran tunebû.

Hîndekarê Zanîngeha Bilisê prof. Dr. Mehmet Demirtaş got divê betona li ser avahiyên din ên dîrokî jî bê rakirin.

Niha tê payîn avahiyên xirabe û kirêt bên xirakirin û bajar paqijtir xuya bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE