Xebatên piştî erdheja Elazığê

Malbatên ku malên wan xira bûn di konteyniran de hatin bicihkirin

Xebatên piştî erdheja Elazığê

Pıştî erdheja Elazığê ji bo mexdûran konteynir hatin şandin. Li herêmê rewşa welatiyan her ku diçe baştir dibe. Heta niha 200 malbat di konteyniran de hatin bicihkirin. Di demeke nêz de ji bo wan wê 700 malên konteynir ên din jî hazir bin.

Ji ser erdheja Elazığê 40 roj derbas bûn.

Xebat û alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê bênavber dewam dikin.

Ji van xebatan yek jî avakirina bajarê konteyniran e. Ji bo mexdûrên erdhejê 900 konteynir hatin avakirin.

Herî dawî li Doğukenta Elazığê 200 mexdûrên erdhejê di konteyniran de hatin bicîkirin. Ji bo 700 malan jî haziriya bicihkirinê tê kirin.

Li taxa Rüstempaşayê diman. Piştî erhejê em çend rojan di konan de man. Gelek zehmet bû. Niha dewletê konteynir da me, Baş e, em îdare dikin. Jiyan li vir dewam dike, tiştekî em bikin nîne. Emrê Xwedê

Li Elazığê niha nêzî 700 kes di konteyniran de dimînin û hewcedariyên xwe yên rojane li vir pêk tînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE