Xebatên piştgiriya ji bo cotkaran dewam dikin

Li Ağrıyê tovê ket û lazûtê yên ji bo silajê li cotkaran hat belavkirin

Xebatên piştgiriya ji bo cotkaran dewam dikin

Li Ağrıyê bi hevkariya wezareta çandinî û walîtiyê projeyeke ji bo cotkarên herêmê tê birêvebirin. Di çarçoveya xebatê de heta niha li zêdetirî 900 cotkarî 52 hezar ton tovê ket û gilgilê ji bo silajê hat belavkirin.

Wezareta Daristan û Çandiniyê li herêmê xebatên xwe yên ji bo cotkaran didomîne.

Herî dawî li Ağrıyê bi hevkariya Walîtiyê xebatek dest pê kir.

Ji bo destpêka xebatê merasîmek hat lidarxistin.

Him Waliyê Ağrıyê him jî gelek cotkar tevlî merasîmê bûn.

Ji bo cotkar li erdên xwe biçînin tovê ket û garisê ji bo silajê hat belavkirin.

Cotkar dibêjin ku ket ji bo êmê heywanan gelek baş e.

Tê gotin heta niha li 925 cotkaran 52 hezar û 500 kîlo tovê ketê, 2 hezar û 400 kîlo jî yê lazûtê ji bo silajê hatiye belavkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE