Xebatên restorasyonê yên sûrên Diyarbekirê hatin xelatkirin

Yekîtiya Bajarên Dîrokî her sal Pêşbaziya Proje û Sepandinê ya Parastina Mîrateya Dîrokî û Çandinî li dar dixe. Îsal 33 şaredariya bi 61 projeyan va serlêdan kir.

Xebatên restorasyonê yên sûrên Diyarbekirê hatin xelatkirin

Yekîtiya Bajarên Dîrokî ji bo xebatên restorasyonê yên çaviya 1em ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li sûrên Diyarbekirê dike, xelat kir.

Yekîtiya Bajarên Dîrokî her sal Pêşbaziya Proje û Sepandinê ya Parastina Mîrateya Dîrokî û Çandinî li dar dixe. Îsal 33 şaredariya bi 61 projeyan va serlêdan kir.

Piştî nirxandina juriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bi xebata restorasyonê ya çaviya 1em ku tê da 6 bircên sûrên Diyarbekirê hene û ji bo ku parastin û restorasyona wê domdar e, şaredarî layîqê xelata "Berdewamiyê" hat dîtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê wê xelata xwe di 23yê îlonê da li Stenbolê di merasimê da hilde.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE