Ligel şewbê xebatên şaredariyan bênavber dewam dikin. Şaredariya Çukurcayê, li navçeyê xaniyên 400 salî restore dike. Piştî restorasyon biqede wê ew der bibe cihê turîstîk.
Li nezî sînorê Iraqê ne.
Tê texmînkirin ku herî kêm 400 salî ne.
Ev xaniyên dîrokî ku ji kevir hatine çêkirin, ji ber ku kes xwedî lê derneket bûbûn kavil.
Şaredariya Çukurcaya Hakkariyê xaniyên kevir ên navçeyê restore dike.
Kar û xebat ligel şewbê jî dewam dikin.
Dixwazin îsal restorasyonê biqedînin û vê derê bikin cihê turîstik.
Heke restorasyon biqede wê ji bo gelê navçeyê jî bibe derfeta kar.