Xebatên şaredariya Edremitê

Şaredariyê xebatên restorasyonê yên li derdora Keleha Edremitê qedandin

Xebatên şaredariya Edremitê

Şaredariya Edremîta Wanê li derdora keleha edremîtê xebatên resterasyonê qedandin. Di çarçoveya xebatan de cihê seyrê temam bû. Welatî dikarin werin vî cihê dîrokî bibînin.

Li Edremîta Wanê xebatên şaredariyê yên binesazî û restorasyonê dewam dikin.

Şaredariyê li derdora Keleha Edremîtê xebatên restorasyonê dabû dest pê kirin.

Cîgirşaredarê Edremitê Atif Çiçekli derbarê xebatan de agahî dan û got; bila welatiyên me werin vê derê ziyaret bikin.

Cîgirşaredarê Edremitê Atif Çiçekli: Ev der Keleha Edremîtê ye û dîroka vir 3 hezar sal e. Qralên Urartuyiyan li vir gelek merasîmên fermî çêkirine. Me ciheke seyre jî çêkir. Welatiyên me dikarin bi rehetî werin van cihên qedîm bibînin.

Xelkê Edremîtê jî ji bo van xebatan gelekî memnûn in.

Tê texmînkirin piştî van xebatan turîstan zêdetir bên bajêr.

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE